Li Sûdanê Kana Zêr hilweşiya: Herî kêm 60 kes mirin

Li herêma Rojavayê Kordofan a Sûdanê, ji ber hilweşîna bîrên li Kana Zêr a Zeri herî kêm 60 xebatkarên kana zêr jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî AFP'ê, tê texmînkirin ku hîn jî gelek kes di bin kevilan de ne. 

Li gorî Skynewsê piştî hilweşînê cenazeyên 60 kesî hatin derxistin.

Heya niha nayê zanîn ka çend kes di binê kavilan de mane.

Şerê sala 2023`an yê li Sûdanê bandoreke giran li aboriya welêt kiriye.

Gelek kesên ku ji ber şer bêkar man, ji bo karibin debara xwe bikin berê xwe da kanên zêr ên ku mercên wan ên ewlekariyê gelekî kêm in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye