Li Xezayê 300 zarok hatin kuştin

UNICEF’ê da diyarkirin ku di 300 rojên vê dawiyê yên agirbestê de ku di meha cotmeha 2015’an de hatiye diyarkirin, herî kêm 300 zarok li Xezayê hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku li gorî raporan, di 300 rojên dawîn de ku agirbest di meha cotmeha 2015’an de hatiye diyarkirin, herî kêm 300 zarok an ku her roj zarokek, hatine kuştin.

Rêxistinê diyar kir ku zarok bi şert û mercên mirovî yên dijwar re rû bi rû mane ; xirabûna xizmetên av û paqijiyê û kêmbûna xwarinê û nexweşî.

UNICEF’ê diyar kir ku bi hezaran malbat li deverên wêrankirî dijîn ku ti  pêdiviyên domandina debara jiyanê yên bingehîn lê tune ne.

UNICEF’ê her wiha bang li hemû aliyan kir ku pabendî qanûnên mirovî yên navneteweyî bibin û zarokan biparêzin û gihîştina ewle û bêasteng ji bo alîkariya mirovî û xizmetên bingehîn misoger bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye