Zelensky: Amerîka formateke nû pêşkêş kiriye

Amerîkayê formateke nû, ji bo danûstandinên aştiyê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de pêşkêş kiriye. Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky, tekez kir ku divê Ûkrayna û hevalbendên wê yên Ewropî, piştgiriyê bidin danûstandinên aştiyê. Zelensky, got ku hilbijartin, li deverên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin, nayên lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky, ragihand ku  Amerîkayê formateke nû, ji bo danûstandinên aştiyê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de pêşkêş kiriye.

Di formata nû de, nûnerên Amerîkî û Ewropî jî, wê beşdar bibin.

Zelensky diyar kir ku formula heyî hêjayî "şerkirinê" ye.

Beriya çend rojan, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, nîşan da ku eger hewildanên bi pêşengiya Amerîkayê bi ser nekevin, Ewropa wê danûstandinên rasterast bi Rûsyayê re, nû bike.

Zelensky daxwaza piştgiriyê dike

Li beramberî wê, Zelensky tekez kir ku divê Ûkrayna û hevalbendên wê yên Ewropî, piştgiriyê bidin danûstandinên aştiyê.

Zelensky, da zanîn ku Amerîkayê, pêşniyara danûstandinên sêalî bi Rûsyayê re, kiriye.

Zelensky, anî ziman ku eger ew danûstandin, mijara girtiyan hêsantir bike, ew ê piştgiriyê bidin wê pêşniyarê.

Di 19`ê vê mehê de, Putin daxwaza pêkhatina hilbijartinan, li Ûkarynayê kir.

Putin tekez kir ku divê Ûkrayniyên li Rûsya dijîn jî, beşdarî hilbijatinan bibin.

Zelensky: Li deverên dagirkirî hilbijartin pêk nayên

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky, got ku li Ûkraynayê li deverên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin, hilbijartin nayên lidarxistin.

Zelenskiy, diyar kir ku eger ewlehî neyê garantîkirin, hilbijartin pêk nayên.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye