Brîtanyayê, ragihand ku bi Almanya re peymaneke kirîna hevbeş a sîstemên topên mobîl îmze kiriye.
Topên pêşketî wê yên bên çêkirin, dikarin ji 70 kîlometreyan li hedefan bixin.
Bi vê peymanê, Almanya wê prototîpeke destpêkê ya sîstema RCH 155'an û du yekîneyên ji bo ceribandinê bide Artêşa Brîtanyayê.
Ev sîstema ku ji aliyê du kesan ve tê xebitandin, di deqeyekê de 8 guleyan davêje.
Her wiha, heman sîstem bi yek depoyeke sotemenîyê, li ciyên 700 kîlometreyan dikare dûr bê bicîkirin.