Serdana Mazlûm Ebdî ya Şamê hat taloqkirin

Hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re ya ji bo peymana 10’ê Adarê hat taloqkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar hatibû standin ku îro 29`ê Kanûnê fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û şandeya dan û standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sardana Şamê bikin. Lê ji ber sedemên teknîkî serdan hat taloqkirin.

QSD’ê ragihand ku ji ber hazirtiyên lojîstî û teknîkî yên girêdayî serdanê, serdan hat taloqkirin û got, dê demên pêş de lihevkirineke bi aliyên têkildar re li ser diyarkirina dema hevdîtinê çêbibe.

Ragihandina QSD’ê da zanîn ku taloqkirin tu guhertinê di rêgeha lihevkirinê û armancên wê yên pêşkêşkirî yên der barê peymana 10’ê Adarê de çênake.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye