Wezareta Derve ya Koreya Başûrî îro ragihand ku êrîşa li ser keştiyeke barhilgir a HMM li Tengava Hurmizê, pir gengaz e ku bi mûşekeke dij-keştî ya Îranê hatibe kirin.
Paytexta Koreya Başûr "Seûl" di daxuyaniyekê de got ku zehmet e bi teqezî were gotin ka êrîşa li ser keştiyê bi zanebûn bûye an na.
Her wiha wezaretê daxwaz kir ku Îran tedbîrên berpirsyar bigire, da ku pêşî li dubarebûna êrîşê bigire.
Keştiya Koreya Başûrî ji aliyê du çekên nenas ve rastî êrîşê hat
Hevdemî aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de, keştiya barhilgir a Koreya Başûrî HMM Namu, dema ku li Tengava Hurmizê asê mabû, ji aliyê du çekên nenas ve rastî êrîşekê hat.
Ev êrîş bû sedema teqînê û agir bi keştiyê ket û di encma de 24 endamên ekîbê birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve, Îranê berpirsyariya êrîşê red kir û Seoûl lêpirsînên xwe didomîne.
Piştî demeke kurt, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump got ku Îranê gule li keştiya Koreya Başûrî reşandine û ji Seûlê xwest ku tev li hewldanên bi pêşengiya Amerîkayê bibe, da ku rêwîtiyeke ewle di Tengava Hurmizê re misoger bike.