Serokê FIFA`yê Gianni Infantino di civîna Konseya FIFA`yê piştî plana wî ya derbarê veberhênanê ya FIFA de ji rexnegirên xwe yên herî tund lêborîn xwest.
Lê di derbarê mijarên ku herî zêde eleqeya wan bi wan heye de ti hûrgilî an belgeyek nû pêşkêş nekir.
Li aliyek din jî cîgira serokê FIFA û seroka Federasyona Futbolê ya Îngilîzî Debbie Hewitt derbarê vê mijarê agahî parvekir.
Debbie Hewitt got ku dema rayedarên Ewropî ji Infantino xwestin ku delîlên nivîskî li ser plana wî ya veberhênerên sektora taybet di Kûpaya Cîhanê de peyda bike.
Infantino ji wan xwest ku pirsên xwe bi nivîskî bikin.
Hewitt diyarkir kir ku divê ew bersiva wan pirsan bide ger ew bersiva wan nede, wê demê bê guman ew ne mafdar e ku bibe serokê FIFA`yê.