Rojê 5 deqe werzîş dikare dilê we biparêze

Tenê rojê 5 deqeyan werzîş kirin bandorek girîng li ser tenduristiya mirov dike. Pispor dibêjin tenê 5 deqeyan werzîş kirin ji bo tenduristiya dil û pişkê bandoreke erênî dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lêkolîneke zanistî ku ji aliyên çend zanîngehên Ewropî ve hatiye kirin, eşkere kir ku tetbîqatên hêsan ên bi giraniya laş tenê kirin rojê tenê 5 deqeyan jî were kirin dikarin feydeyên tenduristiyê yên berbiçav pêş bixin. 

Werzîşek dem kin jî dihêle dil û pişik bi tendurist be û di heman demê de kişandina nefes jî bi rêk û pêk bibe.

Lêkolîneran dan xuyakirin ku vê tecrûbeyê li ser 22 kesên temen mezin û berê werzîş nekirine meşandine û encamên piştî 4 hefteyan bi vî şiklî parve kirin:

“Başbûnek girîng di hêza masûlkeyan de, zêdebûna nermbûna laş û kêmbûnek sivik di rêjeya lêdana dil de.”

Beşdarên vê tecrûbeyê anîn ziman ku başbûnek giştî di rehetiya wan ya psîkolojîk de jî çêbûye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye