FC Kurde Lausanne xelata Fair Play a wergirt

Federasyona Futbolê ya Swîsreyê ji ber werzîşvanî û berpirsiyariya wê ya civakî xelata Fair Playê da FC Kurde Lausanne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Klûba fûtbolê ya FC Kurde Lausanne ji ber helwesta xwe ya li qadê, rihê kolektîf û werzîşvaniya xwe xelata sala 2024-2025’an wergirt.

Serokê Komîteya Hakemê Navendî ya ACVF (Association Cantonale Vaudoise de Football) Hicham Matnî xelat da Serokê Klûbê Fuat Altûn û Cîgirê Serok Hayrettin Oztekîm.

Klûb di sala 2021’an de hate damezrandin, ji ber performansa xwe ya li ser qadê yê nirxên ku temsîl dike li Lozanê zû bala gel kişand ser xwe.

Piştî xelatê, rayedarên klûbê balkişandin ser piştgiriya kêm a ji bo klûbên pênaberan û wiha hat gotin, "Ev xelat nîşan dide ku helwesta me li qadê tê ecibandin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24