Bahçelî: Armanca dawî ya îsraîlê Tirkiyê ye

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî diyar kir ku armanca dawî ya Îsraîlê Tîrkiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî li ser mijarên di rojevê de ji TRT Newsê re axivî.

Devlet Bahçelî got ku Îsraîl tenê li dijî Filistînê şer nake, li Sûriyeyê, rojhilatê Deryaya Spî, Lubnanê û Qıbrîsê li dijî Tîrkiyeyê xebat dimeşine û armanca dawî ya Îsraîlê Tîrkiyê ye.

Bahçelî diyar kir niha dema wê hatiye ku hişyariyek dijwar, di nav de vebijêrka leşkerî jî, bidin Îsraîlê û got:" Îsraîl li Filistîn, Lubnan û Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê ye."

Her wiha Bahçeli bang li Dewletên Îslamî kir ku wekî NATO'ê yekîtiya parastinê û ewlehiyê ava bikin.

Serokê MHP'ê got: "Êrîşên Îsraîlê bi awayekî zelal nîşan didin ku cîhana Îslamî hewcedariya rêxistineke ewlehî û parastinê ya mîna avahiya NATO'yê heye.

Ji bo bersiva vê hewcedariyê, 'Peymana Qudsê' ya ku ji hêla Partiya me ve hatî pêşniyar kirin divê yekser were bicihanîn."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24