Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê îro li ser Konferansa Yekhelwestiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.
Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku ew ê beşdarî tu civînên ku li Parîsê hatine plankirin, nebe.
Hikûmetê bang li QSD'ê kir ku bi awayekî cidî beşdarî cîbicîkirina Peymana 10'ê Adarê bibe û daxwaz ji navbeynakran kir ku tevahiya dan û standinên girêdayî rewşa Sûriye li Şamê bêne kirin.
Duh li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê "Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" hatibû li darxistin.