Hikûmeta Sûriyê daxwaza radestkirina rayderên rejîma Baas'ê ji libnanê dike

Wezîrê Dadê yê Sûriyê Mezher El Weys duh li Beyrûtê di hevdîtinekê de, bi rayedarên hikûmeta Libnanî re daxwaz ji wan kir ku rayedarên rejîma Baasê ya Sûriyê yên ku reviyane Libnanê radest bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mezher El Weys di konfranseke rojnamevanî de li kêleka serdana şandeya Sûrî ji bo Libnanê got ku lihevkirineke girîng di navbera aliyên Sûrî û Libnanî de li ser dosyayên yasayî heye.

El Weys piştrast kir ku Sûriye girîngiyeke mezin dide pêşxistina hevkariya dadwerî bi Libnanê re û her du alî li ser gelek mijarên yasayî û siyasî nêrînên wekhev parve dikin.

El Weys da zanîn ku nîqaş li ser hevkariyê li ser çend mijarên ewlehiyê hatine kirin, bi taybetî yên derbarê girtiyên Sûrî û kesên ku ji hêla dadweriya Sûrî ve têne şopandin, di nav de kesên ku ji rejîma berê reviyane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye