Trump: Agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro piştrast kir ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de hîn jî berdewam dike û destnîşan kir ku serokatiya Hemasê tu binpêkirinan nekiriye. Ji aliyê xwe ve, Îsraîlê jî duh êvarê ragihand ku ew ê agirbestê li Xezeyê ji nû ve bicîh bîne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî ku Îsraîlê bi dehan êrîşên asmanî bi hinceta êrîş li ser hêzên wan çêbûye li ser hedefên Hemasê pêk anî, Serokê Amerîkayê Donald Trump îro piştrast kir ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de hîn jî berdewam dike.

 

Trump got ku serokatiya Hemasê beşdarî tu binpêkirinan nebûye û hin kesên di nav tevgerê de, van sûcan dikin.

 

Di pêşveçûnek têkildar de, Cîgirê Serokê DYA'yê J.D. Vance rave kir ku niha tu binesaziyek ewlehiyê tune ye ku bêçekkirina Hemasê misoger bike.

 

Artêşa Îsraîlê: Em ê agirbesta li Xezeyê ji nû ve bicîh bînin

 

Her wiha piştî ku Artêşa Îsraîlê, bi dehan êrîşên kujer li hember Hemasê pêk anî, Îsraîlê duh êvarê ragihand ku ew ê agirbestê li Xezeyê ji nû ve bicîh bîne.

 

Di daxuyaniyek leşkerî ya Îsraîlê de hat diyarkirin ku piştî rêze êrîşên girîng, IDF dest bi ji nû ve bicîhanîna peymana agirbestê kiriye ku ji hêla Hemasê ve hatibû binpêkirin.

 

Li gorî Reutersê hêzên Îsraîlî li gorî peymana agirbestê ji herêmên xeta zer vekişiyabûn, lê îro herî kêm 3 bûyer çêbûne ku Hemasê, li wir hêzên Îsraîlê gulebaran kiriye.

 

Hemasê pabendbûna xwe ya bi peymanê re piştrast kir

 

Di bersivê de, Hemasê pabendbûna xwe ya bi peymanê re piştrast kir û tekez kir ku navbeynkar an garantoran tu delîlên binpêkirinê ji hêla xwe ve pêşkêş nekirine.

 

Her wiha Îsraîlê ji her xirabûn an hilweşîna peymanê berpirsiyar girt û bang li navbeynkaran û civaka navneteweyî kir ku bi lez mudaxele bikin.

 

Li Xezeyê piştî agirbestê hêzên Îsraîlê 97 kes kuştine

 

Li aliyekî din jî, Hikûmeta li Xezeyê ragihand ku ji biryara agirbestê û vir ve, artêşa Îsraîlê 80 binpêkirinan pêk anîne û di van êrîşan de, 97 kes hatine kuştin û 230 kes jî birîndar bûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye