Li dijî nexweşiya AIDS`ê dermanekî nû hat dîtin

Lêkolîneke nû li Nexweşxaneya Zanîngeha Kolnê hatiye kirin, wekî pêşketineke mezin di têkoşîna li dijî AIDS`ê de tê pesinandin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Zanyaran antîkorek bihêz a bi navê "04_A06" keşf kirine ku rê li ber vîrûsa HIV`ê digire û berî ku bikeve nav hucreyan radiwestîne.

 

Di ceribandinên laboratîfê de, hat ragihandin ku ev antîkor ji sedî 98`ê cureyên AIDS an jî HIV`ê yên ku hatine ceribandin bêbandor kiriye.

 

Ji dema ku di sala 1981`an de hatiye tespîtkirin, nêzîkî 44 milyon kes ji ber AIDS`ê jiyana xwe ji dest dane.

 

Di sala 2024`an de, nêzîkî 630 hezar kes ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.

 

Di lêkolînê de hatiye destnîşankirin, ku antîkora "04_A06", cihê ku vîrus li şaneya mirovan ve girêdide hedef digire û bi tevahî rê li ber ketina HIVê bo nav şaneyê digire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye