Çima ewqas ciwan bi pençeşêrê dikevin?

Li her çar aliyê cîhanê nexweşiya penceşêrê di nava ciwanan de zêde bûye. Lêkolîneran destnîşan kirin ku her roj zêdetirî 9000 hezar bûyerên penceşêrê di nav kesên temen bin 50 salî de hene.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Nexweşiya penceşêrê li her çar aliyên cîhanê zêde dibe.

Pirsa ku çima ewqas ciwan bi nexweşiya penceşêrê dikevin û berê wekî çarçoveyek ji bo pîrbûnê dihat hesibandin bala gelek kesan dikşîne.

Li gorî lêkolîneran dibêjin ku rêjeya penceşêra zû di ciwanan de di navbera salên 1990 û 2019`an de %79 zêde bûye.

Di heman demê de mirin %28 zêde bûye.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerêkayê ji sala 2010`an ve, bûyerên penceşêra kolorektal a pêşketî her sal bi qasî %3 di mirovên di navbera 20 û 49 salî de zêde bûye.

Hyuna Sung: Her roj zêdetirî 9,000 bûyerên penceşêrê hene

Epîdemîolog Hyuna Sung di civîna salane ya Komeleya Amerîkî ya lêkolînên penceşêrê (AACR) de derbarê belavkirina penceşêrê li gel ciwanan wiha got:

"Li çaraliyê cîhanê her roj zêdetirî 9000 hezar bûyerên penceşêrê di mezinên di bin 50 salî de hene.

Zêdebûna bûyerên penceşêrê di nav ciwanên mezin de çîrokek bi tena xwe nîşan nade."

Tevî van hejmaran jî mirina ji ber penceşêrê li mirovên di bin 50 salî de rêjeyek piçûk a mirina giştî ya ji ber penceşêrê dimîne.

Gelo qelewbûn yek ji sedemên nexweşiya penceşêrê ne?

Gelek lêkolîner destnîşan dikin ku ciwanan ji ber sedemên wekî penceşêra kolona stûr û malzarokê bi qelewbûnê ve girêdayî ne nexweş dikevin.

Di civîna Civaka Onkolojiya Klînîkî ya Amerîkî de beriya demekê hat destnîşankirin ku piraniya van nexweşiyan weke nexweşiyên bêserûber têne hesibandin. An jî sedema van nexweşiyan nayê zanîn.

Rêveberê navenda Penceşêra Kolona stûr a Destpêka Ciwanan li Enstîtuya Penceşêrê ya Dana-Farber yê da zanîn ku qelewbûn bi tevahî sedema zêdebûnê nîne. Gelek ji nexweşên ciwan jî ne qelewin.  

Onkologên Navenda Berfireh a Penceşêrê ya Navenda bijîşkî ya Zanîngeha Chicago jî dibêjin ku ew rasterast vê zêdebûnê dişopînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye