Foruma Aborî ya Cîhanî (WEF) di rapora xwe ya herî dawî de, teknolojiya "Lattice-Based Cryptography" (Krîptografiya li ser bingeha şebekeyê) wekî yek ji 10 teknolojiyên herî bi bandor û nûjen ên sala 2026'an ragihand.
Ev teknolojiya matematîkî ya pêşketî, wekî mertalê herî ewledar ê li dijî gefa komputerên kuantûmî tê pejirandin.
Her wiha pêvajoya derbaskirina sîstemên parastinê ber bi vê standardê ve bi lez dest pê kiriye.
Gefa mezin: "Q-Day" çi ye û çima pergalên kevin dihejîne?
Sîstemên ewlehiyê yên ku em îro ji bo bank, artêş, peyamên taybet û şîfreyên sîber bi kar tînin (mîna pergalên RSA û ECC), xwe dispêrin pirsgirêkên matematîkî yên ku ji bo komputerên klasîk pir dijwar in.
Lêbelê, komputerên kuantûmî yên ku her roj bêtir pêş dakevin, dikarin van şîfreyan di nav çend saniyan de bişkînin.
Vê rûdanê di cîhana sîber de wekî "Q-Day" (Roja Kuantûmê) tê binavkirin; roja ku hemû daneyên şîfrekirî yên cîhanê di bin metirsiya eşkerebûnê de bimînin.
Ji bo rûbirûbûna vê karasetê, pargîdanî û dewlet neçar mane ku derbasî "Krîptografiya Pas-Kuantûm" bibin.
Çareserî: Şebekeyên matematîkî yên pir-alî (LATTICE) ne
Berovajî sîstemên kevin, Lattice-Based Cryptography, daneyan di nav geometriyên pir-alî û şebekeyên matematîkî yên bi mîlyonan xalî de vedişêre.
Fîzîk û matematîka li pişt vê sîstemê sêwirandî ye, dîtina "kurtirîn xal an xeta matematîkî" di nav mîlyoneke pîvanan de bibe asteng.
Ev pirsgirêka matematîkî ewqas aloz e ku komputerên kuantûmî yên herî bihêz jî
nikarin formula wê çareser bikin û şîfreyê bişkînin.
Pirsgirêkên li pêşiya vê teknolojiyê çi ne?
Her çend ev teknolojî ewlehiyeke bêhempa pêşkêş bike jî, barkirina wê hêsan nîne.
Mezinahiya klîtên şîfreyên sîstemên "Lattice-Based", li gorî pergalên kevin mîna RSA nêzî 3 qatan mezintir e.
Ev rewş daxwaz dike ku hardware û binesaziya torê (network infrastructure) ya pargîdaniyan were guhertin da ku amûr ji ber bargiraniyê hêdî nebin.
Pispor, diyar dikin ku bazara parastina pas-kuantûm ku di sala 2026`an de nû dest pê dike, dê di deh salên pêş de bibe pîşesaziyeke mezin a bi bihayê dehan mîlyarên dolaran.