Li Keyaniya Yekbûyî, Rhys Hibbertê 48 salî bû yekem nexweşê cîhanê ku bi bikaranîna vê teknolojiyê emeliyat bû. Tumor nêzîkî demarên dîtinê û damarên xwînê yên sereke ku mêjî têr dikin, bi cih bûbû û dikaribû bibe sedema windakirina dîtina wî. Lê tumor bi serkeftî hat derxistin.
Di dema operasyonê de, mejiyê çêker dîmenên zindî yên ji kamerayê analîz kirin. Ew herêmên ku tumor dikaribû bi awayekî ewletir were derxistin, ji neştegeran re nîşan da. Pergal bi bikaranîna bi sedan vîdeoyên operasyonên mêjî hatibû perwerdekirin.
Lêbelê, di tevahiya pêvajoyê de kontrola tam di destê neştergeran de ma. Hat ragihandin ku piştî operasyonê, asta dîtin û enerjiya Hibbert baştir bûye.
Tîma lêkolînê amadekariyan dike ku mejiyê çêker di operasyonên tevlihevtir de jî biceribîne.