Lezgin

Ji bo pêşîlêgirtina COVID-19 vakslêdana nifşê din ya ji "Moderna" hat erêkirin

reset font size increase font size

Şîrketa Moderna ragihand ku Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Amerîka vakslêdana nifşê xwe ya pêşîlêgirtina COVID-19 ji bo hemî kesên 65 salî û mezintir pejirand.

Şîrketê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku ji bo kesên temenê wan di navbera 12-64 salan de yek an jî zêdetir şert û mercên tenduristiyê an jî faktorên rîskê hene jî, vakslêdan hatiye erêkirin.

Wezîrê tenduristiyê yê Amerîka Robert Kennedy, roja Sêşema borî ragihandibû ku Amerîka dest ji pêşnîyazkirina vakslêdanên rojane yên COVID-19 bo jinên ducanî û zarokên saxlem berda, ku berevajî pêşnîyarên kevneşopî yên piştî Navendên Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşîyan e.

Bi amadebûna Komîserê FDA Marty Makary û rêvebirê Enstîtuya Neteweyî ya Tenduristî Jay Bhattacharya,  Wezîrê tenduristiyê yê Amerîka Robert Kennedy ev yek jî anî ziman, ku vakslêdan ji nexşeya vakslêdanê hatiye derxistin ku ji alîyê Navendên Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşîyan ve tê pêşnîyar kirin.

Demhat Misto

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24