Lezgin

Danûstandinên Moskov û Ukraynayê bi dawî bûn û li ser pevguhertina girtiyan li hev kirin

reset font size increase font size

Hevdîtinên navbera şandeya Rûsya û Ukrayna yên bi navbeynkariya Tirkiyeyê li Stenbolê roja Duşemê bi dawî bûn.

Wezîrê karê derve ya Ukrayna Rustem omerov ragihand ku Kiev û Moskov di danûstandinan de ji bo pevguhertina hemû girtî, birîndaran û radestkirina termên kuştiyên her du aliyan li hev kirine.

Di hevdîtinê de hat pêşinyarkirin ku di dawiya Hezîranê de careke din li hev bicivn.

‘Ji bo du-sê rojan agirbestek demkî hat pêşinyarkirin’

Sermuzakerevanê Rûs Vladîmîr Medînskî diyar kir ku wî pêşinyar li Ukayna kiriye ku li hin herêmên Eniyê “Du-sê rojan agirbestek demkî pêk bê”

‘Em ji bo pevguhertina girtiyên nû xwe amade dikin’

Serokê Ukrayna Viladîmîr Zelenskyî ragihand ku Kiev û Moskov amadekariya pevguhertina girtiyan dikin. Zelenskî di dema civîna Lîtwanyayê de dest nîşan kir ku şandeyên Ukrayna û Rûsya bi riya Tirkiyê belgeya girtiyan radestî hev kirin û got: “Em amadekariyên guhertina dîlgirtiyan dikin.”

Rustem Eliko

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24