Êrîşên Îran û Amerîkayê li Tengava Hurmizê alozî kûrtir kirin.
Îro Supaya Pasdarên Îranê careke din girtina Tengava Hurmizê ya bi temamî ragihandin.
Li gorî daxuyaniyeke Hêzên Deryayî yên Pasdaran, hat eşkerekirin ku Tengava Hurmizê ji niha û pê ve heta agahdariyeke din û heta bidawîbûna "destwerdanên Amerîkî" yên li herêmê, dê girtî bimîne û destûr nayê dayîn ku ti keştî di vê avrêyê derbas bibe.
Her wiha pasdaran da zanîn ku keştiya ku li gorî agahdariyên wan tev negere, ew ê rastî êrîşan were.
"Asta gefên ewlehiya deryayî li Tengava Hurmuzê cidî ye"
Der barê vê yekê de, Desteyeke Deryayî ya Îngilistanê hişyarî da û diyar kir ku asta gefên ewlehiya deryayî li Tengava Hurmizê cidî ye.
Di heman demê de, desteya Îngilistanî ji keştiyan xwest ku di dema derbasbûnê de baldar bin û pabendî rêkarên ewlehiyê yên pejirandî bin.
Ji bo Tevgera Hurmizê Qeter û Îran civiyan
Ji bo tevgera li Tengava Hurmizê, duh li paytexta Umanê Mesqetê civînek di navbera wezîrê karê derve yê Îranê Ebbas Eraqçî û reyedar û berpirsên Qeterî de hat lidarxistin.
Berdevkê wezîrê karê derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku armanca vê civînê ew bû ku di navbera herdu welatên beravê de hevrêzî were kirin, da ku rêziknameyên rêveberiya trafîk û keştîvaniyê li Tengava Hurmizê werin destnîşankirin.
Li gorî daxuyaniya berdevê wezaretê, Qeter û Îranê li hev kiriye ku danûstandin û gotûbêjên xwe di astên curbecur ên siyasî, qanûnî û teknîkî de bidomînin.