Li gorî nûçeya di rojnameya Îsraîlî The Jerusalem Post de hat weşandin,
Îsraîl tevlî Yûnanistan û Qibrisê wê li Rojhilatê Deryaya Spî hêzeke midaxaleya lezgîn ava bike.
Hedefa vê hêzê pêşîgirtina polîtîkayên Tirkîyeyê yên li herêmê ye.
Hêza leşkerî wê ne yekîneyeke daîmî be, lê wê di demên krîzê de çalak bibe.
Armancek din jî, li hember zêdebûna aloziyên herêmî, xurtkirina hevkariya leşkerî ya stratejîk di navbera her sê welatan de ye.
Li gorî agahiyên malpera nûçeyan a yûnan Ta Nea, yekîneya ku tê plankırın wê ji 2,500 leşkeran pêk were.
1,000 leşker ji Yûnanistanê, 1,000 ji Îsraîlê û 500 ji Qibrisê.
Hat ragihandin ku înîsiyatîf hîn jî di qonaxa nirxandin û plansazkirinê de ye.
Di hefteyên dawî de gelek civîn li ser vê mijarê hatine lidarxistin.
Hefteya bê, tê payîn ku Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis û Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides bigihîjin Îsraîlê da ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicivin.