Komîsyona Ewrûpayê bi çalakîya cotkaran a li Brukselê hemwext ji bo Mercosurê biryarê da.
Komîsyona ku sazîya herî bilind a Ewrûpayê ye, erêkirina peymana nîqaşbar Mercosurê taloq kir.
Di daxuyanîya li ser mijarê de hat ragihandin, serokwezîra Îtalyayê ji bo nirxandina peymanê dem xwestîye.
Her wiha hat destnîşankirin, ew ê Îtalya heta salekê vê peymanê îmze neke.
Piştî danûstandinên aloz di navbera 27 welatên endam yên li Brukselê seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen derket pêşberî kamereyan xebera herkes bi miraq li bende bû ragihand.
Leyenê got, komîsyonê civîna ji bo biryara erêkirina peymanê heta meha bê taloq kiriye.
Almanya û Îspanyaya ku destekê dida erêkirina peymanê, ji vê biryarê dilşikestî bûn.
Herçî Fransa û Îtalya bûn, dixwestin cotkarên wan ji bandora neyênî yê peymanê bên parastin.
Di serî de Fransa, Polonya û Macaristan li dijî vê peymanê helwest nîşan didan.
Awusturya û Belçîka jî ji ber heman sebeban naxwazin ji peymanê zûbizû biryar bê dayîn.
Lêbelê serokê Brazîlê Lula derbarê erêkirina peymanê de ji ewrûpî xweşbîntir xuya dike.
Lûla got , serokwezîra Îtalyayê piştrast kiriye ku peymana bazirganiyê dê di nav 10 roj û mehekê de wê were pejirandin.
Peymana Mercosur di navbera YE û Arjantîn, Brezîlya, Paraguay û Uruguayê de qadeke bazirganiya azad diafirîne.
Lê cotkarên Ewropî dibêjin bazarên Ewrûpayê wê ji berhemên çandinî û goştê erzan yên ji Amerîkaya Latîn were vekirin.
Tirsa cotkaran ev e, ew ê ji ber reqabeta neheq aborîya wan ber bi hilweşînê ve biçe.