Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Mûstafa Şen, Serokwekîlê Komê Abdulhamît Gul û Serokê Komîsyona Edaletê Cuneyt Yuksel rapor pêşkêş kirin.
Rapor ku pêşkêşî Meclisê kiriye bi giştî, ji 63 rûpel û ji 15 sernavan pêk tê.
Di raporê de “Mafê hêviyê” ya ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî cih negirt.
Dîsa ji bo rewşa girtiyên siyasî yên Kurd, endamên Tevgera Azadiyê, daxwaz û mafên gelê Kurd di rapora AKPê de cih negirt.
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku qanûn piştî hemû gerîlayan çek danîn û Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gorî Peymana 10 Adarê tev li hikumeta Şamê bibe dê bên çêkirin.
AKPê bi vî awayî rewşa HSDê weke şertek di raporê de diyar kir.