Hacer Xelîl Yusuf, di sala 1970’î de li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
Di nava malbateke welatparêz de bi saya Apogeran di temenekî biçûk de Tevgera Azadiya Kurd nas kiriye.
Di 15 saliya xwe de dest bi xebatan kiriye û piştî demekê jî tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) dibe.
Nêzî sê salan li herêma Omeriyayê dimîne û di Cotmeha 1995`an de li navçeya Hezex a Şirnexê ji ber îxanetekê dîl tê girtin.
Meheke sax di bin êşkenceyê de ma
Hacer Xelîl Yusuf pêvajoya piştî dîlgirtina xwe wiha anî ziman:
"Dema di binçavê de bûm, mehekê êşkence li min hate kirin. Dijmin ji min pirsî 'tê çawa sînor derbaskir?'. Min jî ji wan re got; Kesê ku bixwaze, li ser erdê yan jî binê erdê, bêguman rêyekê dibîne û tê."
Dijminan ji ber vê bersiva wê, diranên wê şikandin.
Piştî 30 salan derbasî Rojavayê Kurdistanê bû
Piştî dîlgirtinê gelek caran surginî zindanê cûda hat kirin. Gelek caran ji bo mafên xwe bi dest bixin tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bû. Herî dawî di sla 2021'an de surginî zindana Kayserîyê hat kirin.
Beriya mehekê cezayê wê xilas bû û piştî car rojan di kampa biyaniyan de ma ji bo Suriyeyê hat dersînor kirin. Li vir ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin û derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
"Ji ber Efrînê ez xwe bê nefes hîs dikim"
Hacer Xelîl Yusuf, derbarê dagirkirina Efrînê de destnîşan kir ku fikirîna wî bi xwe pir zehmete û wiha berdewam kir:
“Axaftina li ser dagirkirina Efrînê pir dijwar e; ez hîn jî xwe bê nefes hîs dikim.
Carinan kêmasiyên biçûk dibin sedema windahiyên mezin.
Wek jineke Efrînî, xwerexneya min a li hember gelê Efrînê wê vegerek bi rûmet be."
Herî dawî Hacer Xelîl Yusuf ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin axivî û da zanîn ku dê têkoşîna xwe heya encam girtinê ango heya bidestxistina azadî û aştiyê dê bidomîne.