Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê biçin Helebê

Piştî daxuyaniya Meclisa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bi sedan welatiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest bi amadekariyan kirin ku biçin Helebê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê, îro daxuyaniyek da û bibîr xist ku ji 6’ê Çileyê ve li ser herdu taxan êrîşên dijwar ên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê û komên çekdar wê didomin. 

Meclisê diyar kiribû ku êrîşkar komkujiyan pêk tînin, metirsî didome, teslimiyet li ser wan tê ferzkirin, lewma ew ê dijî êrîşan xwe biparêzin.

Piştî vê daxuyaniyê Hevya Sor a Kurd bi 15 wesayîtan alîkariya tenduristiyê ber bi Helebê ve derxist rê.

Li aliyê din li tevahiya kantonên Cizîr, Dêrazor, Reqa, Tebqa û Firatê jî bi sedan welatiyan dest bi amadekariyan kirin ku biçin Helebê.

Li gorî agahiyên ku meclîsên gel ên bajaran dane, li hemû bajaran amadekariyên gel berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye