Çalakvanê Rêxistinê Tehsîn Şêx Kalo eşkere kir ku Tîmên taybet ew gor li devera Cezîreyê li başûrê Şingalê dîtine,bi vî awayî jî hejmara giştî, gihîşt 93 gorên komî.
Rêxistinê da zanîn ku piraniya qurbaniyên di wê gorê de jin û zarok in.
Dibe ku bi kolandin berdewam zêdetir gor eşkere bibin, ev jî balê dikişîne ser asta wan tawanan ên ku DAIŞê li dijî civaka Êzidiyan li Şengalê kirine.