Salvegera 14'an a Şoreşa 19'ê tîrmehê

Îro salvegera 14'an a Şoreşa 19'ê tîrmehê ye. KCK'ê, KNK'ê, MSD'ê, PJAK'ê DBP'ê bi daxuyaniyên cuda şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin. Her wiha eşkere kirin ku çaresriya Sûriyê tenê bi fermînaskirina mafên pêkhateyan û pejrandina modela xwerêveberiyê ye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

19'ê tîrmeha 2012'an, ji Kobanê dengê şoreşê bilind bû, çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê teqiya û roj bi roj geş bû.

Îro salvegera 14'an a Şoreşa Rojava ye.

Bi vê boneyê, li seranserî Kurdistan û cîhanê, bi peymanên cuda ev roj hat pîrozkirin.

KCK: Gelê Rojava dê destkeftiyan li ser xeta rêber APO biparêze

Li ser vê mijarê, KCK'ê bi daxuyaniyekê şoreşa 19'ê tîrmehê pîroz kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Gelê Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistine.

Wê ji niha û pê ve jî destkeftiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."

KNK'ê salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK'ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek da.

KNK'ê salvegera 14'an a şoreşa 19'ê tîrmehê pîroz kir û ev lê zêde kir:

"Em ji Kurdistaniyan dixwazin ku ji bo parastin û jiyandina Rêveberiya Xweser, piştevaniyeke xurt raber bikin."

MSD: Pêdiviya Sûriyeke nû bi hevkarî û nenavendîkirinê heye

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê jî daxuyaniyek da.

MSD'ê di daxuyaniya xwe de ev hewcedariyên pêwîst ji bo Sûriya nû da:

"Pêdiviya avakirina Sûriyeke nû bi hevkarî, nenavendîkirin û diyaloga neteweyî heye."

PJAK: Şoreşa Rojava mînakeke pêkvejiyana aştiyane ya gelan e

Her wiha Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK'ê bi heman boneyê daxuyaniyek da û wiha got:

"Çareseriya berdewam a ji bo Sûriyê tenê bi rêya fermî naskirina mafên hemû pêkhateyan û pejirandina modela xwerêveberiya demokratîk dibe."

DBP: Destkeftiyên Rojava xwedîderketina li israra aştî û civaka demokratîk e

Ji Bakurê Kurdistanê jî daxuyanî û pîrozbahî hatin.

Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê salvegera şoreşa Rojava bi daxuyaniyekê pîroz kir.

DBP'ê diyar kir ku şoreşa 19'ê tîrmehê henaseyek ji bo gelê herêmê bû û ev lê zêde kir:

"Di wê pêvajoyê de ku netewdewletan bi netewperestî û mezhebperestiyê Rojhilata Navîn kirine qada xwîn û qeyranan,

Rojava bi stratejiya 'Rêya Sêyemîn' ku neteweya demokratîk bingeh digire, ji tevahiya herêmê re bûye nefes."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye