Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz bal kişand ser guherîna siyasî ya li Rojhilata Navîn û diyar kir ku partiya wan dê li gorî van guhertinan tev bigere.
Her wiha destnîşan kir ku DEM Partî di pêvajoyeke nûbûnê re derbas dibe.
Guleryuz bi bîr xist ku beriya hilbijartinên sala 2023’yan, ji ber doza girtinê ya li dijî HDP’ê, ew di bin banê Partiya Çep a Kesk de beşdarî hilbijartinan bûbûn.
Guleryuz da zanîn ku di encamê de dê bername û rêziknameya partiyê bê nûkirin û konferans wekî gaveke girîng a van amadekariyan pênase kir.
Piştî axaftinên vekirinê, konferans bi rûniştinên ku ji çapemeniyê re girtî bû, berdewam kir.