Tîma Amedê, Amedspor di deplasmanê de, bi encameke zelal 3-0 zora Hataysporê bir.
Amedspor bi vê serkeftinê bi 67 puanan û bi ferqa maçekê, careke din ket rêza yekem a lîgayê û ev serkeftina Amedsporê wekî mizgîniya Newrozê dilê alîgiran geş kir.
Amedspor di maça hefteya 32’yan a Lîga Yekemîn a Trendyolê de, bû mêvanê Hataysporê.
Maça ku tîma Amedê li Stadyûma Fuat Toksay lîst, gelekî bi xurtî dest pê kir.
Diagne di deqeya 10'an de, bi gola xwe tîma xwe 1-0 xist pêş.
Amedsporê zexta xwe domand û di deqeya 23'yan de Moreno ferq derxist duyan.
Nîvê yekem ê maçê 2-0 bi dawî bû.
Amedsporê nîvê duyem jî bi bandor dest pê kir.
Florent Hasani yê ku piştre beşdarî maçê bû, di deqeya 58'an de gola sêyem anî û maç 3-0 bi dawî bû.
Rahênerê Amedsporê Mesut Bakkal piştî maçê daxuyaniyek da û pesnê lîstikvanên xwe da.
Bakkal di konferansa rojnamegeriyê de wiha got: "Me bi başî dest bi maçê kir û me gol zû anîn.
Piştî wê, kontrol bi temamî di destê me de bû.
armanca me heta dawiya sezonê gihîştina 80 puanî ye.
Eger em bigihêjin vê armancê, ev tîm dê derkeve Lîga Superê."
Her wiha Bakkal spasiya alîgirên Amedsporê kir, ku ew di deplasmanê de bi tenê nehîştin û got: "Ew hêza me ya herî mezin in."
Amedspor piştî du mehan careke din derket ser kursiya lîderiyê.
Niha çavê tîma Amedê li maça Erokspor û Erzurumsporê ye ku wê di demjimêr 19:00'an de dest pê bike.
Niha Amedspor bi 67 puanan lîder e, Erzurumspor bi 66 puanan di rêza duyem û Erokspor jî bi 63 puanan di rêza sêyem de ye.