Li Stenbolê piştî şahiya Newrozê gelek kes hatine binçavkirin

Îro li Stenbolê piştî pîrozbahiyên Newrozê, gelek kes di dema belavbûnê de ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. Polîsan li deriyê qada Yenîkapiyê, girse xistin di bin dorpêçê de û gelek kes binçav kirin. Li gorî agahiyan, hejmara kesên ku hatine binçavkirin nehatiye zanîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada Yenîkapi ya navçeya Fatîh a Stenbolê, pîrozbahiyên Newroza 2026'an hatine lidarxistin.

 

Her wiha şahiya Newrozê piştî stranên Koma Amed bi coşeke mezin bi dawî bûn.

 

Bi bidawîbûna pîrozbahiyê re, girse bi meş û berzkirina dirûşmeyan ji qada Newrozê derket.

 

Girseyê di derketina qada Yenîkapiyê de, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

 

Gelek wesayîtên binçavkirinê jî di heman demê de derbasî cihê dorpêçê bûn.

 

Polîsan girse belav kir û rojnamevanên ku dîmen dikişandin, asteng kirin.

 

Gelek kesên ku polîsan ew dorpêç kiribûn, hatine binçavkirin.

 

Di der barê nav û hejmara binçavkiriyan de tu agahî nehatine bidestxistin.

 

Hêjayî bîrxistinê ye, ku her sal piştî şahiya Newrozê gel ji aliyê polîsan ve têne binçav kirin û asteng kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye