Civîn bi însiyatîfa Serokwekîla Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldanê li odeya wê ya li parlamentoyê pêk hat.
Di vê civîna ji bo Wanê de, ji DEM Partiyê parlamenter Zulkuf Uçar, Sînan Çîftyurek, Gulderen Varli û Mahmut Dindar û ji AKP'ê jî parlamenter Burhan Kayaturk û Kayhan Turkmenoglu amade bûn.
"Ji bo çareseriya pirsgirêkên Wanê divê kanal vekirîbin"
Di hevdîtinê de pirsgirêkên xelkê Wanê û pêşniyarên çareseriyê hatin nirxandin.
Parlamenterên DEM Partî û AKP'ê li ser vekirîhiştina kanalên diyalogê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr li hev kir.
Parlamenteran biryar da ji bo axaftina li ser pirsgirêk û çareseriyan careke din bên cem hev.