Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê X'ê peyameke sersaxiyê belav kir û got:
"Bi xemgîniyeke mezin me agahiya şehadeta 9 pêşmergeyên Komeleya Şoreşgeran li bajarê Silêmaniyê, ku di encama êrîşa rêjîma Îranê de dema ku li ser erkê xwe şehîd bûn, bihîst.
Em careke din her êrîşa ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dike armanc, şermezar dikin.
Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan, rêveberiya Komeleya Şoreşgeran û gelê me yê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin.
Xwedê şehîdan bi rehma xwe şad bike û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin."
Serokkomarê Îraqê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
Serokkomarê Îraqê Nîzar Amîdî êrîşên roja şemiyê yên li ser bajarên Hewlêr û Silêmaniyê şermezar kirin û tekez kir ku Îraq red dike bibe qada pevçûnan an jî qada şer ji bo çareserkirina hesabên herêmî.
Nîzar Amîdî di postekê de li ser platforma Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) ev peyam da:
"Em êrîşên li ser bajarên Hewlêr û Silêmaniyê şermezar dikin û em piştrast dikin ku her êrîşek li ser axa Îraqê, bi her hincetî, binpêkirinek nayê qebûlkirin a serweriya Îraqê ye û ewlehî û aramiya welatiyên wê tehdîd dike."
Nîzar Amîdî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman:
"Îraq red dike ku bibe qada pevçûnan an jî qada şer.
Ji bo çareserkirina hesabên herêmî û pabendbûna xwe ya bi têkiliyên li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û cîrantiya baş dubare dike ku serweriya dewletan diparêze û gelên herêmê ji alozî û bêaramiya bêtir dûr dixe."