Îran bîlançoya êrîşan eşkere kir: 50 kuştî 500 birîndar

Dewleta Îranê bîlançoya kuştî û birîndarên êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê eşkere kir. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kerman Pûr ragihand ku ji destpêka êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê ve, di meha tîrmehê de, herî kêm 50 kes hatine kuştin û zêdeyî 500'î jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Husên Kerman Pûr li ser hesabê xwe yê Xê hûrgiliyên hejmara kuştî û birîndaran bi vî awayî bi par ve kir:

"Di nav kuştiyan de, 5 jin û 2 zarok û ciwanên di bin 18 salî de hatine dîtin.

Di nav birîndaran de jî, 32 jin û 18 zarok û ciwan hene."

Li gorî Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê heta niha, 28 emeliyat hatine kirin, 460 kes ji nexweşxaneyan derketine û 37 kes hîn jî li nexweşxaneyan in.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24