Malpera nûçeyan a Halweşê, eşkere kir ku îro sibehê li bajarê Bempûr ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ve, dewriyeke leşkerî ku ji sê wesayîtan pêk dihat rastî êrîşekê hat.
Di êrîşê de, yek ji van wesayîtan rasterast bûye armanca guleyan û wesayîta din piştî gulebaranê wergeriya û ya sêyemîn jî piştî destpêkirina gulebaranê ji cihê bûyerê reviya.
Piştî êrîşê, ajansa nûçeyan a Îranê Tesnîm diyar kir ku di êrîşê de du polîs hatine kuştin û yekî jî birînda bûye.
Navên herdu polîsan, Emîr Husên Qasimî û Nizam Dest Gişade ne.
Koma Eniya Şerkerên Gelêrî berpirsyariya êrîşê girt ser xwe
Piştî derbasbûna çend demjimêran di ser êrîşê re, Malpera Halweşê eşkere kir ku komeke çekdar a Belûçî ya bi navê Eniya Şerkerên Gelêrî berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.
Heman çavkaniyê diyar kir ku komê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di kemînekê de ew dewriye kirine armanc.
Her wiha komê da zanîn ku di dema êrîşê de, siwarnişînên du wesayîtan ku hatin gulebarankirin, hatine kuştin.
Komê sedema vê êrîşê jî di daxuyaniyê de eşkere kir û da zanîn ku hêzên wê di bersiva tiştê ku kom wê wekî binpêkirinên dubare yên hikûmetê li dijî endamên vê komê bi nav kir, tedbîran digirin.
Di van hefteyên dawiyê de, li hin bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê pevçûnên di navbera hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê û komên çekdar de bi rêjeyeke berbiçav zêde bûne.