Ev êrîş di çarçoveya kampanyaya Trump a li dijî terorîstên hişbirê ya li Amerîkaya Latînî de hatiye kirin, ku beriya salekê dest pê kiribû.
Bi vê êrîşê re, hejmara kesên di vê kampanyayê de ji îlona 2025`an ve heta niha hatine kuştin, digihêje zêdeyî 235 kesan di 70 êrîşan de.
Lê Artêşa Amerîkî ti delîlek ku piştrast dike ev qeyik hişbirê hildigire, pêkêş nekirye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku welatê wî li dijî komên bazirganiya hişbirê yên li Amerîkaya Latînî di nava şer de ne û êrîşên bi vî rengî wekî gaveke pêwîst ji bo rêgirtina li pêş derbaskirina hişbirê bo nava DYA ye.