Pirtûka nû ya nivîskar Çayan Okuducî ya bi navê “Dengê Helbesta Kurdî” ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin, gihîşt ber destê xwendevanan. Ev berhema ku ji 190 rûpelan pêk tê, ji serdema Klasîk û nifşê Hawarê dest pê dike û heta helbesta Kurdî ya nûjen û hemdem analîzeke berfireh pêşkêş dike.
Nivîskarê pirtûkê Çayan Okuducî diyar kir ku ev berhem encama ked û lêkolîneke dûrûdirêj a 5 salan e. Okuducî li ser naverok û armanca pirtûka xwe wiha got:
“Min di vê xebatê de ji nifşê Hawarê dest pê kir; ji dîwanên Seyda Cegerxwîn bigire heta nifşê Kovara Tîrêjê û bêguman helbestvanên serdema me, min nirxandin. Di eslê xwe de ev pirtûk, ji bo rexne, nirxandin û şîrovekirina helbesta Kurdî berhema yekem e. Di pirtûkê de ez bi berfirehî li ser bingehê analîz û vekirina risteyan tevgeriyam. Hêvî dikim ev pirtûka ber destê xwendekaran, bibe çavkaniyek zexm ji bo roja me û pêşeroja helbesta me.”
'Ji bo rexne û nirxandina helbestê berhema yekem e'
Okuducî di vê berhemê de ne tenê li ser helbestan hûr dibe, lê belê dikeve dû şopa dîroka hunerî û wêjeyî ya Kurdî. Li gorî nêrîna nivîskar, helbest ji rêzkirina peyvan zêdetir e; ew pireke zexm e di navbera rabirdû û dahatûyê de.Pirtûk bi vê taybetmendiya xwe xwendevanan ber bi bîra kûr a helbestê ve dibe û dihêle ku ew bi rûyê kûr ê helbestê re rû bi
Pirtûka nû ya nivîskar Çayan Okuducî ya bi navê “Dengê Helbesta Kurdî” ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin, gihîşt ber destê xwendevanan. Ev berhema ku ji 190 rûpelan pêk tê, ji serdema Klasîk û nifşê Hawarê dest pê dike û heta helbesta Kurdî ya nûjen û hemdem analîzeke berfireh pêşkêş dike.
"Ji bo rexne û nirxandina helbestê berhema yekem e"
Nivîskarê pirtûkê Çayan Okuducî diyar kir ku ev berhem encama ked û lêkolîneke dûrûdirêj a 5 salan e. Okuducî li ser naverok û armanca pirtûka xwe wiha got:
“Min di vê xebatê de ji nifşê Hawarê dest pê kir; ji dîwanên Seyda Cegerxwîn bigire heta nifşê Kovara Tîrêjê û bêguman helbestvanên serdema me, min nirxandin. Di eslê xwe de ev pirtûk, ji bo rexne, nirxandin û şîrovekirina helbesta Kurdî berhema yekem e. Di pirtûkê de ez bi berfirehî li ser bingehê analîz û vekirina risteyan tevgeriyam. Hêvî dikim ev pirtûka ber destê xwendekaran, bibe çavkaniyek zexm ji bo roja me û pêşeroja helbesta me.”
Ji lêkolînekê zêdetir: Şahidiyeke hebûnê
Okuducî di vê berhemê de ne tenê li ser helbestan hûr dibe, lê belê dikeve dû şopa dîroka hunerî û wêjeyî ya Kurdî. Li gorî nêrîna nivîskar, helbest ji rêzkirina peyvan zêdetir e; ew pireke zexm e di navbera rabirdû û dahatûyê de.Pirtûk bi vê taybetmendiya xwe xwendevanan ber bi bîra kûr a helbestê ve dibe û dihêle ku ew bi rûyê kûr ê helbestê re rû bi rû bibrn.
Ji ber vê yekê, "Dengê Helbesta Kurdî" ji lêkolîneke akademîk an wêjeyî zêdetir, wekî şahidiyeke zexm a li ser têkoşîna hebûnî ya ziman, çand û hunera Kurdî derdikeve pêş.
rû bibrn.