Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, ji rojnameya Evrenselê re hûrgiliyên pêvajoya du salî, rola Abdullah Ocalan, nîqaşên destûra nû û rewşa Selahattîn Demîrtaş nirxand.
Bakirhan pêngavên weke biryara fesixkirina çekan a PKK'ê û derxistina yasaya çarçoveyî weke "destpêkeke bihêz" pênase kir lê li ser derengketina gavan hişyarî da û got: "Pêwîstiya amadekariya teknîkî tiştek e, lê paşxistina siyasî tiştekî din e. Heke dema teknîkî veguhere bipaşxistina siyasî, ev dê zirarê bide pêvajoyê. Weke mînak li Îrlandaya Bakur, nîqaşên bêçekkirinê 7 salan ajot û encamên pir xirab derketin."
Bakirhan tekez kir ku pêvajo li ser serkirdayetiya siyasî ya Ocalan dimeşe û xwest ku ew bi nasnava 'koordînator' di Jêrkomîteya Bêçekkirinê de cih bigire. Ji bo vegeran jî diyar kir ku tenê yasa ne bes e, garantiya hiqûqî pêwîst e û divê veger beriya zivistanê dest pê bikin.
Derbarê banga destûra nû de, Bakirhan anî ziman ku Tirkiye hewcedarê destûreke demokratîk a ji bo 86 milyonî ye. Di dawiyê de, îdiayên nerazîbûna Selahattîn Demîrtaş red kir û got: "Azadkirina wî ne xêr e, lê deynê hiqûqê û edaletê ye. Demîrtaş rêhevalê me ye; rexnekirina rê, nayê wateya devjêberdana ji meşê."