Eniya çepgir ji bo gera duyem bi biryar e: "Em ê di dema zêde de gelê Brezîlyayê qezenc bikin

Serokkomarê çepgir Luiz Inácio Lula da Silva piştî encamên neçaverêkirî yên gera yekem a hilbijartinên Brezîlyayê ragihand ku ew ê di tûra duyem a 25'ê Cotmehê de serkeftinê bi dest bixin. Lula tevî ku bi 53.8 mîlyon dengan li pey namzedê rastgir ma jî, peyama rihê têkoşînê û baweriyê da piştgirên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dengdarên Brezîlyayê ji bo pêşeroja welêt çûn ser sindoqan û di navbera eniya çepgir û rastgir de pêşbirkeke pir xurt rû da. Di vê hilbijartina dîrokî de Serokkomarê çepgir ê niha Luiz Inácio Lula da Silva yê 80 salî 53.8 mîlyon deng wergirtin û ket rêza duyemîn, li aliyê din Senatorê rastgir Flávio Bolsonaro yê 45 salî bi 56.1 mîlyon dengan di rêza yekem de cih girt. Ji ber ku tu namzedekî ji nîvê zêdetir dengên derbasdar bi dest nexist, hilbijartinên serokatiyê derbasî tûra duyemîn bûn ku dê di 25'ê Cotmehê de bê lidarxistin.

Serokê Brezîlyayê Lula da Silva derbarê van encaman de bertekeke bi hêz nîşan da û anî ziman ku lîstik nû li ber destpêkirinê ye û ew di dema zêde de ne, loma ew ê di vê heyamê de gelê Brezîlyayê qezenc bikin.

Piştgirên lîderê çepgir Lula da Silva bi kelecaneke mezin li benda gera fînalê ne, ji ber ku ev hilbijartin dê diyar bike ka neteweya herî mezin a Amerîkaya Latîn dê li dijî pêla rastgir a ku ji hêla Serokê DYA'yê Donald Trump ve tê piştgirîkirin berxwedana xwe ya çepgiriyê bidomîne an na.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye