Ajansa Reutersê ragihand, li Hindistanê 81 kesan û li Nepalê jî 27 kesan jiyana xwe ji dest da.
Bi hezaran kesan jî ji lehiyê zirar dîtin.
Ji ber baranan gelek tax û xanî di bin avê de man û rêyên hin gundan hatin girtin.
Li gorî Reutersê ji bilî lehî û erdhejê welatiyan ji ber bûyerên weke hilweşîna avahiyan, ceyranê û ketina daran jiyana xwe ji dest da.
Her wiha zêdetirî hezar xaniyan zirar dîtine û gelek rê jî êdî nikarin werin bikaranîn.
Rayedaran da zanîn ku hê jî 4 kes winda ne û 7 birîndar jî hene.