Ev agahî ji aliyê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ve hat ragihandin.
Komîteyê diyar kir ku ev karwan dê ji bajarê Hesekê derkeve.
Komîteyê diyar kir ku karwan dê zêdetirî 500 malbatan li xwe bigire, herçend dibe ku ev hejmar biguhere û dê ji stargeh û dibistanên nava bajarê Hesekê bi rê bikeve.
Her wiha hat eşkerekirin ku malbatên beşdar ji gundewarê başûrê Serê Kaniyê ne û cihên ku ew ê lê bi cih bibin, herêma di navbera bajarokê El-Menacîr û bajarokê Tel Helef (li rojavayê bajêr) de li xwe digire.
Ev karwan beşek ji hewldanên berdewam ji bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê bo malên wan piştî salên dûrketinê ye.
Karwanê 2'emîn ê koçberan ku ji nêzîkî 700 malbatan pêk dihat, di 8'ê îlaonê de vegeriya û ev malbat li derdora 55 gundên gundewarê bajêr û navçeyên Zirgan û Til Temirê bi cih bûn.