Wezîrê Fransî têkildarî mijarê ji rojnameya Le Parisien re axivî.
Jean-Noël Barrow ragihand ku wan ji bo parastina Erebîstana Siûdî ev alavên leşkerî bi cih kirine.
Barrow da zanîn ku wê mîqdara van tesîsan bi daxwaza Erebistana Siûdî, kapasîte û pêşketinên Fransayê ve girêdayî be.
Jean-Noël Barrow got ku ew bi vê yekê armanc dikin rêya derketinê ya 5 milyon bermîl petrola Siûdî biparêzin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê diyar kir ku dê sewqiyatên petrola welêt ji nû ve werin destpêkirin, da zexta li ser bihayan kêm bibe.