Şerê di navbera Îran û Amerîkayê de her diçe berfire dibe û ev şer bi rêka komên çekdar ên weke Hûsî berfirehtir dibe.
Li gorî AFP`ê koma girêdayî Hûsîyan Ensar Allah amadekariyên operasyoneke leşkerî dikin da ku êrîşî deverên li perava rojavayê Yemenê bikin.
Di heman demê de Îranê hişyarî da welatên Kendavê da ku alîkariya hêzên Amerîkî nekin.
Piştî ku Tehranê bi du mûşekan tirafîka deryayî ya Îmaratê hedef girt.
Îmaratê ragihand ku ew hemû danûstandinên bazirganî û darayî bi Îranê re radiwestîne.
Bandora şerê Amerîka û Îranê li ser sektora şahiyê û geştiyariyê li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî jî dest pê kir.
Konsera stranbêja Amerîkî Christina Aguilera û festîvala muzîkê li Ebû Dabî ku dihat pilankirin Shakira lê amede ba, hatin betalkirin.
Wezîrê Ragihandinê yê hikûmeta Yemenê ya Muammer Îryanî, ji AFP re da zanîn Hûsî hewl didin li perava rojava berfireh bibin û giravên stratejîk ên Yemenê li Deryaya Sor bi dest bixin.
Muammer Îryanî diyar kir ku Husî hewl didin bandora xwe li ser herêmên nêzî Bab Mandeb xurt bikin.
Al Arabiya: 3 pisporên girêdayî Supaya Pasdarên Îranê li Yemenê hatin kuştin
Li gorî Al Arabiya sê pisporên biyanî yên girêdayî Supaya Pasdarên Îranê li Yemenê hatine kuştin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku yek ji leşkerên Supay Pasdarên, Îraqê û du yên din jî îranî ne.
Ev her sê leşkerên Supay Pasdarên Îranê di şerê bi hêzên hikûmeta Yemenê re hatine kuştin.
Her wiha fermandarê Lîwaya 3`yemîn a "Lîwayên Feth" ên Hûsiyan di êrîşeke bi dronê de birîndar bûye.