Komîteya Stratejîk a peymana Mekeyê civiya

Di çarçoveya Peymana Mekeyê de, îro Karbidestên Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiyê, di civîna Komîteya Stratejîk a Siyasî û Parastinê de hatin ba hev.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civîna ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hate lidarxistin de ji Tirkiyê Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Erkana Giştî Selçuk Bayraktaroglu beşdar bûn.

Di civînê de pêşveçûnên li Yemenê û vebijarka danîna pêwendiya siyasî bi Hûsiyan re hat gotubêjkirin.

Ji bo xurtkirina pêkhateya sazûmanî ya vê hevbendiyê, jî sekreteriyek li Riyadê tê avakirin.

Armanca avakirina sekreteriyê xurtkirina hevkariya di navbera her sê welatan de hatiye avakirin.

Ev civîn di serdemekê de pêk hat ku şerê navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyên Yemenê de gûr bûye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye