Îro li Xezeyê 15 kes hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 15 kes hatin kuştin. Her wiha li gor Ajansa Nûçeyan a Îsraîlê wê di nav 2 hefteyan de rêkeftinek ji bo agirbesta li Xezeyê pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê de 15 kes ku 9 ji wan alîkarî digirtin hatin kuştin. 

Her wiha ji ber dorpêça Îsraîlê li ser Xezeyê, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê dimirin zêde dibin. 

Tevî van rûdanan, hewildanên agirbesta li ser Xezeyê berdewam dikin. 

Di nav 2 hefteyan de wê rêkeftinek ji bo Xezeyê pêk were 

Ajansa Nûçeyan a  Îsraîlê  ragihand ku danûstandin di navbera Hemes û rayedarên Îsrîlê de  berdewam dikin û  wê  di nav 2 hefteyan de  rêkeftinek ji bo agirbestê li Şerîda Xezeyê pêk bê. 

Ajansê diyar kir  ku danûstandin cara yekem li ser bidawîanîna şer disekinin. 

Ev yek bi zextên berdewam ên malbatên girtiyên Îsraîlî li ser hikûmetê re hevdem bû ku peymanekê çêbike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24