Thomas Barrack bi Mezlûm Ebdî re civiya

Balyozxaneya Amerîka ya li Sûriyeyê li ser malpera xwe parve kir ku duh nûnerê Amerîka Thomas Barrack bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî re civiyaye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê vê mijarê de, Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parve kirin: “Nûnerê Amerîka yê taybet ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re civiya û rewşa Sûriyeyê ya heyî, gavên pêwîst ji bo bidestxistina aramiyê û gavên piratîkî ji bo Sûriyeke hevgirtî ava bibe her wiha siberoja aştî û aramiya Sûriyeyê nîqaş kirin.
 
Li gor daxuyaniya Balyozxaneyê, her du aliyan li ser vê yekê li hev kirine ku niha dema yekîtiyê ye.

Barrack spasiya Mezlûm Ebdî kir û daxuyakirin ku Amerîka û QSDê bi hev re berdewam in di şerê li dijî DAIŞê de.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24