Hikumeta Veguhêz senaryoya rêjima berê li Helebê dubare dike, ev bû 2 hefte ne bendên 3 û 8 ên lihevkirina Helebê binpê dike.
Çekdarên Hikumeta Veguhêz tevgera çûn û hatina şêniyan di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û taxên din de, asteng dikin.
Her wiha nahêlin madeyên bingehîn weke mazot û kelûpelên pêwîst, derbasî her du taxan bibin.
Ev yek weke binpêkiririna herdu bendan e ku li gorî benda 8 kesên destê wan di xwînrijandina sûriyan de tune be, dikare serbest ji taxê here û were.
Li gorî benda 3 jî, Wezareta Hundirîn bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsên parastina niştecihên her du taxan in û rê li pêşiya êrişên li ser her du taxan digirin.