Encama maça Amedspor û Erzurumsporê: 2-2

Di Lîga 1'emîn ya TFF'ê de Amedspor di maça ku li saha xwe de bi Erzurumsporê re lîst de 2-2 wek hev ma. Maça ku li Stadyuma Tahîr Elçî hat lîstîn de ji zêdetirî 20 hezar alîgir hebûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Alîgirên Amedsporê beriya derbasî maçê bibin bi dirûşm û tezahuratên kirin re heyacanê derxistin lûtkeyê.

Di stadyumê de pankarta ku li ser "Hêza Amedê di hevgirtinê de ye, di nav me de cih ji maddeyê re tune ye" hat vekirin.

Beriya maçê tezahuratên "Kîne em, Kurdin em" hat berz kirin.

Maça ku dewra yekemîn 1-1 xilas bû, di dewra duyemîn de Amedspor bi gola Fernando ya di xuleka 58'an de kete pêş. Lê Erzurumspor di xuleka 87'an de penaltî qezenc kir û encam bû 2-2.

Kalevanê Erzurumsporê piştî gola penaltiyê hereketên zayendperest li alîgirên Amedsporê re kir û ji ber vê alîgirên Amedsporê bertek nîşanî kalevan dan.

Alîgirên Amedsporê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" ji qadê derketin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24