Barcelona cihê yekem careke din qezenc kir

Li staduma Camp Nou Taximê Barcelona mazûvaniya taximê Levante kir û bi encama 3-0 ew têk bir û di rêza yekem de cihê xwe girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Barcelona ji têkçûna reqîbê xwe Real Madrîd sûd wergirt û bi serkeftina 3-0 a li hemberî Levante di hefteya 25'an de, di serê tabloyê de cihê yekem bi dest xist.

 

Di nîvê yekem de 2-0 ji Barcealona re bi dawî bû.

 

Lîstikvanê Spanî Marc Bernabeu yê temen biçûk gola yekem di deqeya 4'an de anî û skora maçê vekir.

 

Piştre kaptanê Barcelona Frenkie de Jong gola 2'yem di deqeya 32'an de anî û taximê xwe di nîvê yekem de bi performanseke baş derxist.

 

Beriya ku maç bi dawî bibe bi 9 deqan lîstikvanê Barcelonayê, Fermin Lopez golek xweş ji dervî xêza 16'an anî.

 

Di nîvê 2'yem de taximê Levante hewl da ku golan bîne, lê ji ber ku taximê Barcelona qelaya xwe baş parast, Levante nikarîbû ti golan bîne.

 

Barcelona, di hefteya dawî de ji ber têkçûna 1-2 li hember Girona cîhê yekem ji reqîbê xwe Real Madrîd re hiştibû.

 

Lê Real Madrîd di maça xwe ya dawî de li hember Osasuna bi 2-1 têk çû.

 

Barcelona ji vê têkçûnê sûd wergirt û bi 61 puanan rêza yekem bi dest xist.

 

Niha jî taximê Barcelona bi yek puan li pêşiya Real Madrîd ê ku di rêza 2'yem de ye.

 

Di vê navberê de, Levante bi 18 xalan di rêza 19'an de ma.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye