Piştî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek DAIŞ'î ji zindanan derketin. Ev yek bû sedema ku tevlihevî derkeve holê.
Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz, ragihand ku duh endemekî wan, rastî êrîşeke çekdarî hatiye û jiyana xwe ji dest daye.
Ev êrîş, li ser rêya ber bi gundê Teş Baş, li başûrê bajarê Tel Ebyadê pêk hat.
Di heman demê de, êrîşeke çekdarî li dijî xaleke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Hikûmeta Veguhêz pêk hat.
Ev êrîş li nêzîkî pira bajarê El-Besîra yê gundewarê rojhilatê Dêra Zorê pêk hat.
Êrîşkaran bi guleyên rasterast êrîşî xala kontrolê kirin.
Heya niha, di derbarê qurbanî yan ziyanên madî de, ti agahî nehatine wergirtin.
Piştî êrîşan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn kordîneyeke ewlehiyê ya tund li ser bajarê El-Besîra û derdora wê danîn.
Hêzên Ewlekariyê, operasyonên berfireh ên lêkolînê li herêmê dan destpêkirin û rewşa hişyariya ewlehiyê û firînên bi baldarî li qada hewayî ya bajêr ragihand.
DAÎŞ`ê ragihand ku wan ciwanek ji bajarokê Beqereyê kuştiye
DAÎŞ jî ragihand ku wan roja şemiyê, ciwanek ji bajarokê Beqere kuştiye.
Di vê dema dawî de, DAIŞ'ê jî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bo wan hedefek e.
DAIŞ'ê ragihand ku rêxistina wan li Sûriyê, wê karê xwe bidomîne û niha ketiye qonaxeke nû.
DAÎŞ hewl dide ku sûdê ji rewşa heyî bigire û xwe ji nû ve bi hêz bike.