Li Sûriyê tenê di rojekê de 9 kes hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)`ê ragihand ku li cih û deverên cuda yên Sûriyê di 28 îlonê de 9 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê hûrguliyên kuştina van 9 kesan de SOHR`ê ev agahî da:

 

“Li gundewarê Humsê ciwanekî Şîe, di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

 

Li herêma El-Temanah li gundewarê başûrê Idlibê di êrîşeke asmanî de Haşim Muhyedîn Qedûr ku berê endamê komeke çekdar bû, hat kuştin.

 

Li Helebê, piştî nîqaşekê bi xwediyê jeneratorekê re, 2 bira ji aliyê kesên çekdar ve hatin kuştin.

 

Li gundewarê Hemayê, 4 kesên Elewî ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

 

Termê ciwanekî li ser rêya Şam-Deraayê ya nêzîkî Zanîngeha Qasiyûn hate dîtin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye